Qamişlo.. Karker daxwaza mafên xwe dikin

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran, karkerên ku rojane li bajarê Qamişlo li bendî karekî dimînin û tu saziyên fermî tune ne ku parastina mafên wan bikin, daxwaz dikin ku sendîkeyeke wan hebe û berevaniya mafên wan bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Karkeran, karkerên ku rojane li bajarê Qamişlo li bendî karekî dimînin û tu saziyên fermî tune ne ku parastina mafên wan bikin, daxwaz dikin ku sendîkeyeke wan hebe û berevaniya mafên wan bike.

Omer Seyid ê 61 salî ku bavê 7 keçikan e û bi tena xwe û bi xuha aniya xwe debara jiyana malbata xwe dike, di Roja Cîhanî ya Karkeran de jî xwe amade dike ku biçe bazara karkeran, çimkî Omer dibêje, roja ew kar neke zarok bê xwarin dimînin. Omer di vî temenî de hêza wî lawaz bûye û perda guhê wî jî qetiya ye û pêwistiya wî bi neştergeriyekê heye, lê karînên wî tune ne û ji neçarî jî berê xwe dide kar.

Omer Seyid ji K24ê re got: “Temenê bûye 61 salî û ez vî karî giran dikim, kar bi min zehmet e jî, lê ez neçar im bikim. Mal heger kesek be yan 10 kes bin, bê mesrof nabe.”

Li ber dîwarekî li nava bazara bajarê Qamişlo Omer li gel hejmareke mezin ji karkeran dicive û çavên wan tevan li riya kesekî ye ku wan bibin karekî û nanê zarokên xwe dabîn bikin.

Omer Seyid dibêje: “Tiştekî me tune ye, ji bilî destê me. Kes li me û heqê me napirse. Em ji sibê ve li vir dimînin, heger karek hebe, em dikin, heger nebe jî diçin malê.

Karkerên ku li vê bazarê kom dibin hejmara wan car caran dighêje nêzî 100 karkerî û li gorî ew dibêjin piraniya caran kar tune ye û ew destevala vedigerin malên xwe. Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran jî kerkerên vê bazarê gilî û gazinên xwe dikin û dibêjin ku di civakê de ew yên herî paşguhxistî ne.

Karkerê bi navê Bavê Hesen dibêje: “Mafê me wek karker winda bûye, ne saziyek heye xwedî li me derkeve. Berî demekê hevalekî me bavê 5 zarokan li kar dîwarek bi ser de kat, mafê wî winda bû û kesek li wî nepirsî. Roja ku hilbijartin çê dibin, xwe dikin qurbana me, piştre jî me davêjîn kolanan.”  

Tê zanîn ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hejmara karkeran zêde ye û di dema rêjîmê de û niha jî ti sendîke yan jî saziyeke taybet bi karkeran nehatiye damezrandin, ji ber wê jî ne gerantiya tendirustî û ne jî civakî ji wan re heye û heger di kar de bûyereke nexweş bi kesekî re rû bide jî nayê qerebûkirin.