Rûsya: Armanca Korbenda Ên Îsa perçekirina Sûriye ye

Wezareta Derve ya Rûsya radighîne, Korbenda Ên Îsa binpêkirine ji peymanên Netewên Yekgirtî re û armanc jê, parçekirina Sûriyê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsya radighîne, Korbenda Ên Îsa binpêkirine ji peymanên Netewên Yekgirtî re û armanc jê, parçekirina Sûriyê ye.

Wezareta Derve ya Rûsya di daxûyaniyekê de ragihand, Hin serkirdeyên Kurd bi serperiştiya çavdêrên Rojavayî hewl dan roja 3ê Gulanê Kongreyek ji bo Êlên Ereb li navçeya Ên Îsa lidar bixin, lê ji ber ku hewlên wan biser neket, navê wê xistin Korbend, û diyar kir Washingitonê gelek pere ji bo anîna Êlên Ereb terxan kiriye û gelek kes ji kampa Holê wek beşdar anîne.

Wezareta Derve ya Rûsya diyar jî kir, Ew kar ji bo parçekirina Sûriyê ye û binpêkirinek e ji biryarên Netewên Yekgirtî yên derbarê yekîtiya xaka Sûriyê û serweriya wê, ku biryara 2254  yek ji wan biryaran e.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand jî, armanca Korbendê jiber avêtina karê civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî û Welatên gerentîkerên Astana derbarê çareserkirina krîza Sûriyê ye.

 

 

C.B