Korbenda Ên Îsa, tekezî li yekparçeyiya xaka Sûriye dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Korbenda Êlên Sûriyê li Ên 'Îsa tekezî li yekîtiya xaka Sûriyê û rizgarkirina deverên dagîrkirî dike.
Korbenda Êlên Sûriyê, ku tê de nêzîkî 70 Êlên Sûriyê û nûnerên hejmareke pêkhateyên Sûriyê, nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî û serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokrat û Rêveberiya Xweser li bajarokê Ên Îsa bidawî hat.
Di daxûyaniya dawiyê ya wê korbendê de, tekezî liser yekîtiya xaka Sûriyê û bidawîkirina dagîrkirina Tirkiyê ji deverên bakûrê Sûriyê û Efrînê re hat kirin.
Herweha tekezî li berpirsiyariya hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û bidawîkirina şerê çekdarî û pêkvejiyana gelên Sûriyê, û avakirina Sûriyeyek demokrat, ne navendî - demokratî, herweha tekezî li destûrek Sûrî ya demukrat, ku nûneratiya hemû hêzên Sûriyê bike û giringiya berdewamiya şerê terorê hatin kirin.
Di daxûyaniya dawiyê de, herweha bang li hemû welatiyên Sûriyê, yên ku penaberî derveyî Sûriyê bûn e hate kirin, ku vegerin ser mal û milkên xwe.
Beriya çend rojan jî, Êlên Êreb ên nêzîkî hikûmeta Sûriyê dû korbend encam da bûn û daxwaz ji Erebên nav HSD de kiribûn, dest ji HSD berdin û tevlî Artêşa Sûriyê bibin.
C.B