Macron ji êrîşên hemberî Idlibê dilgiran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa dilgiraniya xwe ji êrîşên hikûmeta Sûriyê li ser Idlibê radighîne û daxwaza biryarek siyasî, ji bo rawestandina şer dike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di twittekê de, dilgiraniya xwe ji lêdanên hikûmeta Sûriyê liser Idlibê ragihand û daxwaza biryarek siyasî bi piştevaniya Neteweyên Yekgirtî ji bo rawestandina şer li wê parêzgehê kir.
Macron di twitta xwe de nivîsandiye, ew ji têkçûna rewşa Sûriyê û devera Idlibê dilgiran e. Tekez jî kir, di êrîşên rejîm û hevpeymanên wê de liser nexweşxaneyan, hejmarek welatî bûn e qurbanî.
Li Îlon a sala borî, Rûsya û Tirkiye liser rawestandina şerê Idlibê lihev kiribûn, lê ev demek e, hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrîşî parêzgeha Idlibê dikin.
C.B