Baroya Diyarbekirê: Divê Hikûmet bi erênî bersiv bide peyama Ocalan

Rayedarên Baroya Diyarbekirê ragihand ku peyama Ocalan a ji bo destpêkirina proseya aştiyê, peyameke girîng e û ew hêvî dikin ku rayedarên Dewleta Tirk jî bi awayekî erênî bersiva vê peyamê bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nûnerên saziyên civaka sivîl û şîrovekarên siyasî yên Diyarbekirê, peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Rayedarên Baroya Diyarbekirê ragihand ku peyama Ocalan a ji bo destpêkirina proseya aştiyê, peyameke girîng e û ew hêvî dikin ku rayedarên Dewleta Tirk jî bi awayekî erênî bersiva vê peyamê bidin. Şîrovekarên siyasî jî amaje dikin ku jixwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Emerîka, Fransa û Brîtanyayê re di nav pêwendiyan de ye û ya baş ew e ku bi cîranê xwe Tirkiyeyê re jî di nav pêwendiyên baş de be.

Piştî 8 salan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk anî. Ocalan bi rêya parêzerên xwe, ji bo grevên birçîbûnê, ji nû ve destpêkirina proseya çareseriyê û li ser HSD'ê de 3 peyam dan. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ragihand ku peyama Ocalan a li ser  ji nû ve destpêkirina proseya aştiyê girîng dibînin. Li gorî Aydin; Ocalan dibêje ez ji bo aştiyê amade me û pêwîstiya Tirkiyeyê jî bi proseyeke aştî û aramiyê heye.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ji K24ê re got: "Bi ya min peyama Ocalan gelek girîng e. Ocalan bang li hikûmet û Dewletê dike û dibêje; em ji bo hevdîtinan amade ne. Pêwîstiya Tirkiyeyê jî bi axaftinê, bi siyaseta demokratîk û azadiya fikir û ramanê heye. Ger ev pêk werin dê Pirsgirêka Kurd jî ber bi çareserkirinê ve biçe.  Em dixwazin Pirsgirêka Kurd bi rêbazeke demokratîk were çareserkirin. Ya baş ew e ku Hikûmet jî bi erênî bersiv bide lê dibe ku ji ber hilbijartinên Stenbolê niha bersiva erênî aşkere nekin."

Ocalan di peyama xwe de bang li çalakgerên ku di greva birçîbûnê de ne jî dike û dibêje; "em naxwazin çalakiya we bi mirîne encam bide." Lê çalakgerên greva birçînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku  ger goşegirî rabibe, bila Hikûmet bi daxuyaniyekê aşkere bike; çalakger greva birçîbûnê didomînin. Yek ji peyamên Ocalan jî di derbarê HSD'ê de bû. Ocalan ji HSD'ê dixwaze li hember Tirkiyeyê hesas be. Şîrovekarê siyasî û mamosteyê beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun jî li ser vê peyamê dibêje; egerek heye ku Tirkiye û HSD nêzîkî hev û din bibin lê dê helwesta Şamê li ser vê yekê diyarde be.

Mamosteyê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê û Şîrovekarê Siyasî Vahap Coşkun dibêje: "Ji beriya 3-4 salan jixwe Tirkiye rasterast bi HSD'ê re dipeyîvî. Ez bawer dikim ku dê di heyam bê de hevdîtin zêdêtir werin kirin. Qada ewle ya ku tê çaverêkirin di navbera Tirkiye û Rojava de were danîn Tirkiye û HSD'ê mecbûrî hevdîtinan dike. Dê li qada ewle Emerîka, Tirkiye û HSD hebe. Dê rola kê çi be, dê çawa vê herêmê birêve bibin? Ji ber vê yekê dê hevdîtin werin kirin."

Hersê peyamên Ocalan, hîn jî di nav raya giştî de tên nirxandin. Piştî peyamên Ocalan jî grevên birçîbûnê didomin. Rayedarên Dewleta Tirkiyeyê ragihandin ku tu proseyeke aştiyê di rojeva wan de tuneye. Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku; dibe ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bi HSD'ê re pêyendiyan deyne lê ger pêwendiyan deyne jî dê piştî hilbijartinên Stenbolê bin.