Bakurê Kurdistanê: Li cihê Mûxtarên hilbijartî Qeyyum hatin danîn

Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Diyarbekirê Navçeya Licê, 10 Muxtarên ku 31ê Gulanê hatibûn hilbijartin, Qeyyum danan şûna wan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Diyarbekirê Navçeya Licê, 10 Muxtarên ku 31ê Gulanê hatibûn hilbijartin, Qeyyum danan şûna wan.

Di  hilbijartinên 31ê Adarê de, 10 Muxtarên ku 31ê Adarê hatibûn hilbijartin, bi heceta lêpirsîn derbarê wan de heye, erkê wan hate desteser kirin.

Muxtarên ku di 31ê Adarê de ji aliyê dengdêran ve hatibûn hilbijartin, pesendên xwe jî, wergirtibûn û dest bikar kiribûn.

Lê Partiya desthilatdar, erkê wan desteser kir û endamên partiya xwe di dewsa wan de, wek Qeyyum danî.

Lêpirsîna Muxtaran bi fermana Wezareta Navxweyî ve hatiye destpêkirin û li heman gundan berê jî, qeyyum hatibûn bicîh kirin.

Li Gundên Licê beriya hilbijartinên 31ê Adarê jî, 15 Muxtarên gundan erkê wan hatibû desteser kirin.

 

 

 

C.B