Çavuşoglu: Rêkeftina S400an nayê paşxistin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu got: Rêkeftina Radestkirina S-400 an, me paşnexistiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu got: Rêkeftina Radestkirina S-400 an, me paşnexistiye.

Cavuşoglu, di derbarê İddiayên ku projeya S-400 an, dê were paşde xistin got: Ev biryar û daxûyanî, ji aliyê wan ve, nehatiye dayîn.

Mevlud Cavuşoglu got: Emrika gelek caran daxwaz dike û dixweze ev proje were betal kirin ku li gel F-35 an na guncêt.

Mevlud Çavuşoglu - Wezirê Derve yê Tirkiyê got:

“Ji aliyê me ve, di derbarê paşde xistina S400 an de, çi daxûyani çêne bûye. Di derbarê ne wergtin û pêşniyazan de, emrika berdewam daxuyaniyan dide. Hun dibihîsin. Emrika di derbarê S400 an de, hin goman hene. Dibêje S400 dê zererê bide projeya F34 an. Em jî dibêjin gotinên dawîyê dê pispor bêjin. Me xwestiye grubek kar ya hevbeş, durist bikîn. Em dibêjin li ser vê grupa karî, bila NATO serkêşiyê bike. Em dizanîn em çi dikîn. Me baweri bi xwe heye. Eger emrika jî baweri bi xwe hebe, dê vê pêşniyaza wan qebul bike”. 

 

C.B