Rûsya: Bi hemahengî ligel Tirkiye em Operasyona Idlibê dikin

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, bi hemahengî digel Tirkiyê , ew dê liser operasyonên xwe li Sûriyê, berdewam bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, bi hemahengî digel Tirkiyê , ew dê liser operasyonên xwe li Sûriyê, berdewam bin.

Îro Sêrgey Verşînîn ragihand ku, digel Artêşa Sûriyê liser operasyonên xwe li Idlibê, li dijî komên terorîst ên li wê navçeyê dimînin, berdewam in. Bi gotina wî, ew digel Tirkiyê di hemahengiyê de ne. Herweha gotûbêjên wan bi Enqere re, derbarê rêkeftina 17 Îlonê ya sala par jî, berdewam in.

Ji destpêka vê mehê ve Artêşa Sûriyê û Rûsya dest bi operasyonan li gundewarên Idlibê û Hemayê kirin e, û ligor Neteweyên Yekgirtî jî, ji destpêka wan operasyonan û heta niha zêdetir ji 150 hezar kesan aware bûn e.

 

 

 

C.B