Êrîşên Sûriye û Rûsya bi ser Hema û Idlib berdewam in
K24 – Navenda Nûçeyan
Êrîşên Artêşa Sûriyê li ser gundewarên Hema û Îdlibê berdewamin, û di 24 demjmêrên borî de Hêzên Hikumetê 7 bajarok û gund li gundewarên Hemayê kontrol kir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, firokeyên Sûriyê û Rûsyayê 14 caran bajarokê Hibît û gundên wê li başûrê Îdlibê û gundê El-Şerîaa li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê bombebaran kiriye, û şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên desteya Tehrîr El-Şam û grûbên bi ser ve berdewam in.
Rewangehê belav jî kiriye, ji vê sibehê û heta niha hêzên Hikumeta Sûriyê û grûbên bi ser ve, bajarokên Qelaet El-Medîq, Kerkat û gundên Til Hewaş, Tiwîne, Şerîea, El-Şêx Îdrîs û Bab El-Taqa yên Hemayê kontrol kiriye.
C.B