Israîl: Di rewşek şer de em dê S300 ên li Sûriye bikin armanc

Hêzên esmanî yên Israilê ragihand, ku mûşekên S300 li Sûriyê bi awayek aktîv tên bikaranîn. Jiber vê yekê Artêşa Israilê di egerek şer de, dê mûşekên S300an bike armanc û wan têkbide

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên esmanî yên Israilê ragihand, ku mûşekên S300 li Sûriyê bi awayek aktîv tên bikaranîn. Jiber vê yekê Artêşa Israilê di egerek şer de, dê mûşekên S300an bike armanc û wan têkbide.

Berpirsek Israilî ji Hêzên esmanî yên Israilê bi navê Tomer Bar, ji rojnameya Maariv a Israilî re diyar kiriye, ku: “Sistemên mûşekî ji erkên Artêşa Israilê re gef in. Di egera şer de, guman jê re nîn e, ku ew dê li dij me werin bikar anîn. Jiber wê yekê, ew dê bibin armanca me”.

Bar herweha anî ziman, ku liser hebûna Hêzên Îranê li Sûriye xwedî stratejiyek rast in û fişara wan liser hebûna Îranê li Sûriye berhemên xwe dide.

 

 

C.B