Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê rewşa navçê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê Martyn Warr kir.
Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya li asta navdewletî û navçeyî û her wiha proseya siyasî ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin û ji bilî balkişandina li ser berdewamiya gef û metirsiyên DAIŞê li ser asayîşa Iraq û navçeyê tekez li wê yekê kirin ku guhertin û pêşhatên siyasiyan nebê sedema wê yekê ku haydarî li ser şerê DAIŞê kêm bibe.
Jiyan û guzeraniya koçberan li parêzgeha Nînowa û her wiha karkirina ji bo vegerandina Êzîdiyan li ser mal û warê xwe û dabînkirina asayîş û xizmetguzariya li navçeyên wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
S. B