Tirkiye: Doza girtiyê karmendê ji Konsûlxaneya Amerika hat paşxistin

Nakokiyeke mezin jî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, zîndanîkirina welatî û fermanberên Amerîkî yên li Tirkiyê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Nakokiyeke mezin jî di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, zîndanîkirina welatî û fermanberên Amerîkî yên li Tirkiyê ne.

Fermanberê Konsulxaneya Amerîka ya li Stenbolê Metîn Topuz, bi tometa ku endamê Cemaeta Gulen e, salek û nîvê zêdetir e girtî ye. 

Doza Topuz li Dadgeha Sizaya Giran a Stenbolê berdewam kir. Rayedarên Amerîkî jî dozê ji nêz ve şopandin.

Jeffrey Hovenier - Meslehatguzarê Konsulxaneya Stenbolê ya Amerîkayê diyarkir: 

 "Di derbarê Metîn Topuz de, em tu delîlek û bûyerek nabînin ku tawanbar be. Em careke din banga xwe bo rayedarên Tirkiyê dubare dikin ku kêşeyê, bi awayeke lezgîn, vekirî û dadwêrane encam bike."

Doza Topuz bo 28'ê Hezîranê hat paşxistin.

Hikûmeta Tirkiyê bi gumane ku, Amerîka piştevaniya hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016 kiriye. Medya Tirkiyê, yek bi yek danûstandinên Topuz weşandine ku çend caran çûye Amerîka û pêwendiyên wî li gel kî hene.

Amerîka, girtina welatiyên xwe wek bêrêziya hember dewleta Amerîka binav dike û bigumane ku, Tirkiye wan fermanberan wek barimte bikar tîne û wek bedîlê daxwaza tiştên din dike.

 

 

C.B