Îbrahîm: Divê Rêveberiya Xweser li biryara kirîna genim vegere

Biryara kirîna berhemên ceh û genim bi nirxekî kêm, dengvedanên fereh li Rojavayê Kurdistanê peyda kirine, hin aliyên siyasî vê biryarê bi necîgirtî binav dikin, hin rojnamevan jî dibînin ku berdewamiya vê biryarê dê pirsgirêkan peyda bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Biryara kirîna berhemên ceh û genim bi nirxekî kêm, dengvedanên fereh li Rojavayê Kurdistanê peyda kirine, hin aliyên siyasî vê biryarê bi necîgirtî binav dikin, hin rojnamevan jî dibînin ku berdewamiya vê biryarê dê pirsgirêkan peyda bike.

Karvedanên biryara Rêveberiya Xweser bi destnîşankirina nirxê kirîna ceh û genim li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj firetir dibin, ku ji hemû beşên civakê tê de diaxifin û nerazîbûna xwe ji vê biryarê diyar dikin. Hejmarek ji partiyên siyasî jî bi beyanameyan nerazîbûna xwe nîşan dane û dibînin ku biryara Rêveberiya Xweser ne di cî de ye û dê bandorên wê yên xirab ne tenê li ser cotkaran, lê belê li ser civakê bi temamî hebe û dozê dikin ku aliyên têkildar ji vê biryara xwe vegerin da ku bandorên wê xirabtir nebin.

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nisredîn Ibrahîm ji K24ê re wiha axivî: “Ez bixwe nizanim pereyên wan (Rêveberiya Xweser) têra berhema werzê îsal dikin yen na, lê ew dikarin li gor pêdiviyên xwe berhemên cotkaran bikirin û yê din jî rê bidin xelkê bi awayê ku dixwazin berhemên xwe bifiroşin. Sala par nirxê kîloya genim 175 Lîre bû, ji ber wê em dibînin ev biryar ne di cihê xwe de ye û divê jê vegerin. Tekez jî xelkê zû bi zû vê biryarê li ser xwe qebûl nake.”

Piştî destnîşankirina nirxê ceh û genim ji aliyê rêveberiya xweser ve bi nirxekî kêmî yê hikûmeta Sûriyê, cotkar bê hêvî bûne. Li gorî berpirsên Desteya Çandiniyê nirxê ceh û genim li gorî pereyên ku hatine terxan kirin hatiye destnîşankirin û ev yek li gorî hin rojnamevanên ku vê rewşê dişopînin pilaneke ne di cî de ye û dibînin ku rijdbûna Rêveberiya Xweser li ser vê biryarê dê welatiyan dûrî xwe bixe û baweriya wan dê kêm bibe.

Rêveberiya xweser nirxê genim bi 150 Lîre û ceh bi 100 Lîreya Sûrî destnîşan kiriye, ev nirx kêmî yê rêjîma Sûriyê bi 35 Lîreyan e. Di gel ku berpirsên rêveberiyê ragihandine ewê rê nedin firotina genim eger ne ji wan re be, cotkar û xelkên Rojavayê Kurdistanê bê çare mane, û li ser hêviyên rojan e ku Rêveberiya Xweser van nirxan biguhere, dijîn.