Gul: Di derbarê ramana azad de, em dê guhertinên yasayî bikin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhamid Gul dibêje: Ew di derbarê sererastkirina cezayên ramana azad de, guhartinan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhamid Gul dibêje: Ew di derbarê sererastkirina cezayên ramana azad de, guhartinan dikin.

Wezîrê dada Tirkiyê got: Gelek gotûbej li ser yasaya cezayan heye û ew dixwazin li wel Wezareta Navxweyî û Serokomar, van babetan sererast bikin.

Ebdulhamîd Gul da zanîn: Ew dixwazin yasaya di derbarê cezayên terorê de, hizra axaftin û ramana azad, neke ber cezayan.

Wezir Gul got: Li ser van babetan wan Belgenameyek Stratejî ya Reforman ku ji 7 xalan pêkhatibû amade kirîye.

Wezirê Dadê Ebdulhemîd Gul dibêje: Armanca wan  ew e ku baweriya welatiyan li hemberî Dadê û Dadweriya Tirkiyê, mikûm bikin.

Gul di dawiyê de got: Ev paketa reforman, dê ne ya dawî be, dê hin gûhartinên din jî, werin çêkirin.

 

 

C.B