Metrisî ji hebûna hejmara mezin a zarokên DAIŞê heye

Rêxistina UNICEF radighîne, 29 hezar zarokên DAIŞê li kampên bakurê Sûriyê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhelatê Sûriyê radighîne, hejmara zarokên DAIŞê yên di kampên wan de mezin e û metirsiya hebûna wan zarokan heye. Peyvdarê fermî yê Pêwendiyên Dervê dide zanîn ku di rojên bê de hejmarek mezin ji zarokan dê werin radestkirin bo welatên wan.

Rêxistina UNICEF radighîne, 29 hezar zarokên DAIŞê li kampên bakurê Sûriyê hene, li gorî rapora UNICEF ev zarok ji nêzî 60 welatên biyanî ne û bi piraniya xwe li Sûriyê çêbûne. Derbarê vê yekê Rêveberiya Xweser dide zanîn ku pêwîstî bi dîtina çareseriyekê bo pirsa zarokan heye, nemaze ku hejmara zarokan ji 29 hezaran bêhtir e, herwiha hewldanên wan bo dîtina çareseriyeke bo çarinivîsa van zarokan berdewam e.

Peyvdarê fermî yê Pêwendiyên Dervê Kemal Akif ji K24ê re got: “Zarok bi rengekî fermî hatine radestkirin, 20 zarok radestî Kosovo û Kazixistanê, 5 zarok ji bo Fransayê, 5 ji bo Rûsya û 4 zarok ji bo Sudanê bûn. Di demên pêş hin zarokên din jî bo welayên Ewropî û Asyaya Navîn bêne radestkirin. Di hefteyên pêş de hejmara radestkirina zarokê dê bilind be.”  

Hin çavdêr dibînin ku hebûna ev hejmara mezin ji zarokên DAIŞê di kampên Bakurê Sûriyê de metirsiyekê çê dike, loma pêwîstî bi danîna çareseriyeke bi lez heye. Herwiha didin zanîn ku çareseriya vê pirsê girêdayî bi çareserkirina kirîza Sûriyê bi giştî ye.

Pirsa radestkirina zarokên DAIŞê bûye mijareke navdewletî, nemaze ku hejmarek ji welatên ku zarokên DAIŞê jê ne, ti danpêdanê bi wan nakin û vegera van kesan red dikin.

Piştî têkçûna DAIŞê bi temamî li Sûriyê, hin welat mîna Rûsiya, Fransa û Sudanê hejmarek biçûk ji zarokên xwe wergirtin. Rêveberî Xweser ji aliyê xwe ve jî radighîne, di rojên bê de hejmarek mezin ji zarokên biyanî dê bo welatên xwe werin radestkirin.