Rûsya: Artêşa rejîma Sûriye 100 çekdarên Opozisyonê kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, Artêşa Sûriyê nêzîkî 100 çekdarên Opozisyonê li gundewarên Hemayê kuştin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, Artêşa Sûriyê nêzîkî 100 çekdarên Opozisyonê li gundewarên Hemayê kuştin e.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê belavkiriye, berî dû rojan, nêzîkî 450 çekdarên Desteya Tehrîr El Şam êrîşî Artêşa hkumeta Sûriyê li bajarokê Kfirnbude li bakurê Hemayê  kir, lê hêzên hikumetê karîn wê êrîşê bişkîn in û nêzîkî 100 çekdaran ji Desteya Tehrîr El Şam û grûbên biser ve bikujin, 7 tank û otombêlên wan yên leşkerî jî, jinav bibin.

Wezaretê eşkere jî kir, piştî kontrolkirina Artêşa Sûriyê ya bajarokê Kfirnbude, çekdarên Desteya Tehrîr El Şam êrîşên berovajî li dijî hikumetê pêktîn in û hewl didin, dever û bajarokên ku jidest dabûn, carek din vegerînin jêr kontrola xwe.

 

 

 

C.B