Rûsya: Idlib nabe Reqqa ya duyem

Rûsya: Idlib nebe Reqayek dûyemîn, ku ji encama şer û bombebarana Hêzên Hevpeymanan wêran bûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radighîne, Idlib nabe Reqqayek dûyem.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin li civîna Civata Asayişa Navdewletî derbarê rewşa mirovî li Sûriyê got,  êrîşek berfereh li ser Îdlibê nayê kirin û Rûsya pabendî rêkeftina xwe ya derbarê navçeya kêmkirina şer a digel Tirkiyê ye.

Navborî got jî, Ew tekeziyê li berdewamiya şerê terorê dikin û soz da, ku Idlib nebe Reqayek dûyemîn, ku ji encama şer û bombebarana Hêzên Hevpeymanan wêran bûye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, kar ji bo rûbirûbûn a terorê, vegerandina penaberên Sûrî û ji nû avakirina Sûriyê bikin.

 

 

 

C.B