Grûpên çekdar zevî û darên Efrînê dişewitînin

Grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê agir bi çiya, daristan û berhemên xelkê Efrîn dixînin û bi sedan Hikar zevî û darên navçeya Şêrewa dişewitînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê agir bi çiya, daristan û berhemên xelkê Efrîn dixînin û bi sedan Hikar zevî û darên navçeya Şêrewa dişewitînin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar  bi mebest agir berdidin zevî, çiya û darên Efrînê û ji pêr ve agir berdane zeviyên gundên Kîmar, Berad, Basilê û ew agir ta gundên Soxanekê, Kilotê û Kefir Nebû yên Şêrewa belav bûye.

Ew rêxistina mafên mirovan dide zanîn, armanca grûpên çekdar yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin ew e, jêrxaneya aborî ya Efrînê têk bidin, ji ber wê jî, berhemên çandiniyê yên wek genim, ceh, pelemêw û kêraz ku destê wan negihîşt wan bidin, agir pê dixînin û dişewtînin.

Wê rêxistinê berî çend rojan belav kirin, roja 16ê vê mehê agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê ve ketibû bi dehan hezaran dar hatin şewitandin.

Herwiha di nava vê mehê de li navçeya Mabeta jî agirek bi çiyayê Hawarê beşê di navbera gundê Gobek û Heyatê de ket û bi hewla welatiyan û endamên Encûmena Xwecihî ya Mabeta ve hate vemirandin, lê beşek mezin di daran hatin şewitandin.

Havîna sala bûrî jî çekdaran agir bi çiya û daristanên Efrînê dixistin û beşek mezin ji daran şewitandibûn û artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nedikirin û hewla welatiyên sivîl dihatin vemirandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê roja 19ê vê mehê belav kir, ji destpêka dagîrkirina Efrînê û heta roja 19 vê mehê, agir bi zêdetir ji 40 cih, çiya û daristanan ketiye û di encamê de ji bilî darên daristanan, zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê û bi hezaran Hiktar ji zevî û çiya hatine şewitandin.

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wan wek êzing bifiroşin.

 

 

S. B