Ava çeman ji ber zêde bikaranîna Antîbayotîkan qirêj dibe

Pispor û bijîşkên Zaningeha York a Amerîkayê, li ser 711 çemên li 72 welatan, di derbarê rêjeya antîbiyotîkan a di çeman de lêkolîneke berfireh kir. Li gorî encamên lêkolîna zanîstî, Çemê Dîcleyê jî di nav de ji % 65'ê çemên cîhanê bi antîbiyotîk in. Pispor vê rêjeyê ji bo jiyana zindiyan xetere dibînin û dibêjin; heger pêşiya vê yekê neyê girtin, heta sala 2050'yan dibe ku 10 milyon kes canê xwe ji dest bidin.

K24- Amed

Pispor û bijîşkên Zaningeha York a Amerîkayê, li ser 711 çemên li 72 welatan, di derbarê rêjeya antîbiyotîkan a di çeman de lêkolîneke berfireh kir. Li gorî encamên lêkolîna zanîstî, Çemê Dîcleyê jî di nav de ji % 65'ê çemên cîhanê bi antîbiyotîk in. Pispor vê rêjeyê ji bo jiyana zindiyan xetere dibînin û dibêjin; heger pêşiya vê yekê neyê girtin, heta sala 2050'yan dibe ku 10 milyon kes canê xwe ji dest bidin.

Pisporên hawirdor û mîkrobiyolojiyê yên Zanîngeha York a Amerîkayê, li 6 parzemînan li ser ava 711 çemên 72 welatan lêkolîneke berfireh kir. Li gorî encamên lêkolînê, ji her 3 çeman, 2 çem bi dermanên antîbiyotîkan tên qirêjkirin. Yek ji van çeman jî Çemê Dîcleyê ye ku pêdiviya ava bi milyonan kesan dabîn dike. Gelo çem çawa bi antîbiyotikan tên qirêjkirin û ji vê yekê kîjan nexweşî peyda dibin? Bersiva van pirsan, mamosteyê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Profesor Dr. Ahmet Kiliç dide. Li gorî nirxandina Profesor Kiliç; antîbiyotîkên ku mirov bê zanebûn dixwin, bi rêya ava pîs digihîje ava vexwarinê û ev yek jî zirarê dide ekosîstemê.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç – Mamostayê beşa Bayolojiyê yê Zanîngeha  Dîcleyê, got:"Çemên avê jî ji wan cihên ku bermayiyên bajêr digihîjinê ne. Ger mirov bi nezanebûnî dermanan bixwe, mirov hem zirarê dide xwe hem jî dide xwezayê. Zindiyên di çeman de dijîn bi kîmyaslên ku ji malan diherikin çeman, dimirin. Ji ber vê yekê tendurîstiya mirovan di heman demê de bandorê li ava çeman jî dike."

Li Diyarbekirê ava vexwarinê tê parzîn lê li gund û navçeyan pergala parzinê tuneye. Ji ber vê kêşeyê derman û deşoya malan digihe ava çem û golan. Li gorî ku Profesor Kiliç dibêje; ava qirêj ne tenê jiyana mirovan, jiyana mîkroorganîzma û masiyan jî dixe nav xetereyê. Profesor Ahmet Kiliç amaje dike ku derman û kîmyasalên ku tevlî avê dibin, bi rêya berhemên cotkarî û ava vexwarinê dîsa digihîje mirovan û bi vê yekê jî gelek nexweşîn peyda dibin.

Prof. Dr. Ahmet Kiliç – Mamostayê beşa Bayolojiyê yê Zanîngeha  Dîcleyê, got:"Em çawa tendurîstiya xwe diparêz in, divê em wisa xwezayê jî biparêz in. Li vê herêmê nexweşiyên wekî tîfo, paratîfo, amîplîdîzanterî û zereg zêde ne. Sedema van nexweşiyan Kalîteya avê ye. Divê her kes bizanibe ku antîbiyotîk jî wekî dermanên cotkariyê dîsa digihîjin laşên mirovan."

Li gorî encamên lêkolînan; herî zêde ava çemên parzemîna Efrîka û Asyayê bi qirêj in. Pispor dibêjin; heger pêşiya qirêjkirina avê neyê girtin, di 30 salên pêşiya me de ji ber nexweşiyan dibe ku bi milyonan kes canên xwe ji dest bidin. Ji bo pêşîlêgirtina qirêkirina avê pispor dibêjin; divê dermanên wekî antîbiyotîk, kîmyasalên ji bo paqijiya malan tên bikaranîn û dermanên cotkariyê, bi pîvan werin bikaranîn. Pispor ji hemwelatiyan dixwazin ku xwezayê biparêzin da ku xweza jî wan biparêze.