Zerîf: Siûdî siyaseta xwe biguherîne sibe diçim Riyadê

Zerîf bang li Erebistana Siûdî kir: Ger hûn siyaseta xwe beramberî Îranê biguherin, ez amade me sibe werim Riyadê

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf ji qenala telewizyonî ya Îranî El-Alem re, Civîna awarte ya welatên Kendavê-Ereb li Mekke ya Erebistana Siûdî nirxand.

Zerîf anî ziman, ku deriyê Îranê ji welatên Kendavê re vekiriye. Lê, 2-3 welat j wan hene, rêya metirsîdar dan pêşya xwe.

Zerîf bang li Erebistana Siûdî kir: Ger hûn siyaseta xwe beramberî Îranê biguherin, ez amade me sibe werim Riyadê.

Pêwendiyên Erebistana Siûdî û Komara Islamî ev demek e dinav aloziyên berfereh de ne. Siûdî, Îranê bi piştgiriya hêzên terorîst li deverê tewanbar dike. Ji aliyê xwe ve Tehran diyar dike, ku alîkariya terorîstan nake.

 

 

C.B