Pompeo: Amerika di çarçoveya biryara 2254an de li çareseriya krîza Sûriye digere

Wezîrê Derve yê Amerîka radighîne, ew dê digel Wezareta Berevaniya Almanya awayê hemahengiya li bakurê Sûriyê gengeşe bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka radighîne, ew dê digel Wezareta Berevaniya Almanya awayê hemahengiya li bakurê Sûriyê gengeşe bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di kongreyek rojnamevanî de li Berlînê ragehand, welatê wî kar ji bo dîtina çareyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê û rawestandina şerê li wî welatî digere û tekez kir, Amerîka li dîtina çareyekê ji bo krîza Sûriyê ligor biryara 2254 a Civata Asayişa Navdewletî digere.

Pompeo got jî, Washington kar ji bo rêgirîkirin li şer û avakirina navçeyeke aram ji bo rêgirîkirin ji êrîşên Sûriyê û Tirkiyê dike û eşkere kir, ew di wê derbarê de gelek pêş ketin e.

Pompeo bi seredaneke pênc rojî, seredana her yek ji Almanya, Swîsra, Holenda û Brîtanya dike

 

 

C.B