Ji bo pirsa pêkanîna hikûmetê û rewşa Kerkûkê Serkirdatiya PDK dicive

Civîna Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo guftûgokirina pirsên pêkanîna hikûmetê û rewşa Kerkûkê destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo guftûgokirina pirsên pêkanîna hikûmetê û rewşa Kerkûkê destpê kir.

Peyamnêrê K24ê re da zanîn, bo behskirina pirsên pêkanîna hikûmeta nû, sûndxwarina Serokê Herêmê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya.

Da zanîn jî, di civînê de jî pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de tê guftûgkirin, ku YNKê di dawî civîna Parlemanto û hilbijartina Serokê Herêmê de beşdar nebû.

 

S. B