Li Ezazê di teqînekê de 17 kes hatin kuştin

Şeva bûrî teqînek li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê teqînekê rû da û di encamê de nêzîkî 40 kesî hatin kuştin birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî teqînek li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê teqînekê rû da û di encamê de nêzîkî 40 kesî hatin kuştin birîndarkirin.

Şeva bûrî li nava bajarê Ezazê yê li ser sînorê Tirkiyê teqînek bi riya otombîleke bombebarkirî rû da û di encamê de 17 kes hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesên din birîndar bûn, piraniya wan jin û zarok bûn.

Çalakvanên Ezazê belav kirin, teqîn şeva bûrî dema xelkê Ezazê ji nimêja Terawîhê derdiket teqîn hat kirin, ji ber wê ziyanên canî di nava sivîlan de zêde bû.

Bajarê Ezazê li bakurê Helebê, 20 K.M li rojhilatê Efrînê û di bin kontrola çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye. Ala Tirkiyê li ser piraniya dezgeh û avahiyên wê yên fermî tê hildan.

 

 

S. B