HSDê 51 endamên şaneyên DAIŞê desteser kirin

HSD dibêje, Hevpeymaniya Navdewletî di riya dana agahiyan re alikariya wan di vê oparasyonê de dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e bi paqijkirina şaneyên razayî yên DAIŞê û ta niha hejmarek mezin ji wan desteser kirine û hin ji wan li cem hêzên ewlehiyê sûcedar in. HSD dibêje, Hevpeymaniya Navdewletî di riya dana agahiyan re alikariya wan di vê oparasyonê de dike. 

Piştî têkçûna DAIŞê bi temamî li Sûriyê, şervanên HSDê oparasyoneke leşkerî bo paqijkirina şaneyên razayî yên DAIŞê ragihandibû,
Di oparasyona dawî de ku di 30î Gulanê de û bi beşdarbûna 2 hezar û 200 sêrvanî destpê kir, 51 kes hatin desteserkirin, hejmarek ji van kesan li cem hêzên ewlehiyê sûcdar in.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Şedadê Hecî Bavê Salih di konferanseke rojnamevanî de got: “Agahî ji xelkê deverê li cem me hene, ta em wan piştrast rast bikin, em dest bi operasyona di rêzê de bikin, em nikarin dem û cihê operasyonê diyar bikin, dibe ku ev operasyon ne bi awayê paqijkirinê bêne kirin, dibe em bi ser malên çeteyan de bigirin.”

Di oparasyona paqijkirina şaneyên razayî de, HSDê 500 pexçe rizgar kirin û gelek çek desteser kirin. Fermandara YPJê Ronahî Heleb dibêje, Hevpeymaniya Navdewletî bi rolekê di van oparasyonan de rabûye mîna dana agahiyan û danheva belgeyan li ser van şaneyên razayî, herwiha ew beşdar e di van oparsyonan de.

Fermandara YPJê Ronahî Heleb ji K24ê re got: “Ji alanê Şedadê û heta alanê Ebû Xeşeb û Kesra operasyoneke serkeftî hate kirin. Operasyon taybet bo şaneyên razayî hat kirin. Hin agahî ji aliyê malbatan ve ji me re hatin û 51 kes hatin girtin.”

Piştî ku DAIŞ têkçû û HSDê serkeftina xwe ragihand, HSDê ji raya giştî re eşker kir, DAIŞ li ser xakê têkçû, lê şerê wan li dijî şaneyên razayî dê berdewam be. Fermandariya HSD dide zanîn, şaneyên razayî û hin aliyên din kesên sivîl bi kar tînin, da ku tevlehiyê bikin, loma armanca wan ji vê operasyonê ew e, rewşa ewlehiya herêmê piştî DAIŞê cîgir bikin.