HRW: Rûsya û Sûriyê bi çekên qedexekirî li Idlibê didin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, Rûsya û artêşa Sûriyê çekên qedexekirî li dijî sivîlan li bakurê rojavayê Sûriyê bikar tînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, Rûsya û artêşa Sûriyê çekên qedexekirî li dijî sivîlan li bakurê rojavayê Sûriyê bikar tînin.

HRW di raportekê de belav kir, ji roja 26ê Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û Rûsyayê dest bi êrîşên li ser Idlib, Hema û Idlibê kirine û ew navçe di destê opozîsyona Sûriyê de ye û nêzîkî 200 welatiyên sivîl hatine kuştin, di nava wan de 20 zarok jî hene.

Wê rêxistina mafên mirovan got, hevpeymaniya Rûsya û Sûriyê di êrîşên ser Idlibê de çekên qedexekirî bikar aniye û deverên sivîlan bi bermîlên teqîner bombebaran kirine.

Rêvebirina Beşê Rojhilata Navîn a HRW Lema Feqîh jî Rûsya tometbar kir û got: Rûsya ji bo xwe û hevpeymana xwe Sûriyê biparêze, pêgeha xwe di Encûmena Asayişa Navdewletî de bi awayekî xirap bikar tîne.

Ji dawiya meha Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê êrîşî gundewarê Hema û Idlibê dikin û li gor amaran heta niha bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 300 hezar kes koçber bûne.

 

S. B