3 476 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzdî amarên nû yên qurbanî û rizgarbûyan eşkere dike.
Li gor daxûyaniya Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzdî, ji destpêka dagîrkirina Şingalê di 3yê Tebaxِ a sala 2014an 6417 kes hatin revandin, kû ji wê hejmarê 3548 ji regeza Mê û 2869 ji regeza Nêr in.
Heta niha 3476 kes hatine rizgarkirin, ku 1184 jin in û yên mayî, zilam û zarok in. Li gor wê daxuyaniyê, çarenivîsa 2941 kesan nediyar e.
C.B