13 jin û zarokên Êzidî radestî Encûmena Şingalê bûn

Mala Êzidiyan li Cezîrê 13 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mala Êzidiyan li Cezîrê 13 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Bi amadebûna nûnerên ji Mala Êzidiyan û Rêveberiya Hesekê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mala Êzidiyan 13 jin û zarokên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, rizgar bikin.

Herwiha Piştî rizgarkirina wan, Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo kesûkarên wan dike.

Di meha Nîsana bûrî de Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ragihand, ji destpêka dagîrkirina Şingalê di 3ê Tebaxa sala 2014an ve 6 hezar û 417 kes hatibûn revandin. Heta niha 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2941 kesan nediyar e.

 

S. B