Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu di civînê de ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civînê de ne.
Li gor zanyariyên K24ê, di civîna Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tên guftûgokirin.
Îro 10ê Hezîrana 2019an Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şandeke bilind a Hikûmeta Tirkiyê ji bo beşdariya di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de bike, gihîşte Hewlêrê.
S. B