Serokê herêmê ligel desthilatdarên Bexdayê civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlemana Iraqê civiya.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel her yek ji Berhem Salih - Serokomarê Iraqê, Adil Ebdulmehdî - Serokwezîrê Iraqê û Mhemed Helbûsî - Serokê Parlemana Iraqê civiya.
Ligor zanyariyan, Nêçîrvan Barzanî ligel berpirsên Bexdayê, pirsa çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de liser binemaya Destûrê, herweha pirsa bûdceyê gotûbêj kiriye.
Ev yekem seredana Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, piştî hilbijartina wî wekî Serokê herêmê ye.
C.B