Li Bexdayê teqîn, gelek kuştî û brîndar hene

Di teqînekê de li paytexta Iraqê Bexdayê 7 kesan jiyana xwe jidest da û zêdeyî 30 kesan brîndar in

K24 – Navenda Nûçeyan

Di teqînekê de li paytexta Iraqê Bexdayê 7 kesan jiyana xwe jidest da ê zêdeyî 30 kesan brîndar in.

Ligor Ajansa Reuters ragihandî, di Mizgefetekê li rojhilatê Bexdayê teqînekê encam da û gelek kes bûn qurbanî. Ziyanek mezin gihişt mizgeftê û avahiyên derdorê jî.

Hate diyarkirin, ku teqîn di dema nimêja Îniyê de rû da ye û di encam de 7 kesan jiyana xwe wenda kir û zêdeyî 30 kesan brîndar in. Rewşa hin ji brîndaran giran e.

 

 

C.B