Li Edenê 7 endamên HDPê hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Edenê di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 2 Zarok û 7 endamên HDPê hatin girtin.
Bi Fermana Serdozgeriya Komarê ya Bajarê Edenê, li Edene û Antalya li dijî avahiyên HDPê û malên endamên wê partiyê, operasyoneke serdagirtinê hat destpêkirin.
Di serdagirtina bi ser dehan malan de, 33 endamên HDPê hatin binçavkirin, di nava wan de Rêveberê Bajarê Edene û 2 zarok hebûn.
Pişt' Dadgehkirina 33 endamên HDPê, biryara girtina 7 endaman derket û 24 endamên din jî, bi mercê bin kontrolê de bin, hatin berdan.
Her wiha ji van 33 kesên hatibûne binçavkirin, 2 ji wan zarok bûn û ji bo girtîgeha zarokan hatin şandin.
7 endamên HDPê yên hatine girtin bi propagandekirina PKKê tên tawanbar kirin.
S. B