Parlemantoya Kurdistanê xula Buharê dirêj kir

Îro Parlemantoya Kurdistanê civiya û bi piraniya dengan deng li ser dirêjkirina xula Buhara sala yekem da û bo 15 rojan dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Parlemantoya Kurdistanê civiya û bi piraniya dengan deng li ser dirêjkirina xula Buhara sala yekem da û bo 15 rojan dirêj kir.

Dirêjkirina xula Buhara ya Parlemantoya Kurdistanê, pêwendiya wê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, ku biha guftûgoyên aliyên siyasî bo pêkanîna wê berdewam e.

Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin. Li gor Fermana Herêmî jî 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî ye da ku kabîneya nû pêk bîne.

 

S. B