Tirkiye bi tundî bersiva Artêşa Neteweyî ya Libyayê dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Eger Libya êrişî wan bike, dê rastî bersivek tund were.
Hulusî Akar bi daxûyaniyekê Bersiva Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê Ehmed Mismarî da û got: Armanca Tirkiyê ne ew e, ku êrişê li deverê bike, ew dixwazin aştî û aramî li Derya Spî berdewam be.
Akar dîyarkir: Ew amade ne, ku li her deverê bersiva gefan û êrişên ser wan bidin.
Wan amadekariyên xwe li hemberî her êrişek dujminan e kirine.
Berdevkê Artêşa Libyayê Ehmed Mismarî doh bi daxûyaniyekê goti bû: Tirkiye Dujminahiya Libyayê dike û di serî de balefirên Tirkiyê, leşker, keştî û kumpanî di nav hedefên wan de ne û welatiyên Tirkî yên Libyayê jî. Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Eger Libya êrişî wan bike, dê rastî bersivek tund were.
C.B