Stenbol.. Penaberên Sûrî banga aramiyê dikin

Hefteya borî li navçeyên Stenbolê Fatîhê û Kuçukçekmeceyê li dijî Sûriyan êrîş hatin pêkanîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hefteya borî li navçeyên Stenbolê Fatîhê û Kuçukçekmeceyê bi mebesta ku zarok tacîz kirine, li dijî Sûriyan êrîş hatin pêkanîn. Dikanên wan hatn şewtinadin û çend ji welatiyên Sûriyeyî jî bi kêran hatin brîndarkirin. Li ser vê yekê welatiyê Sûrî Ahmet Hamo ku bi eslê xwe Kurd e li ser malpera twîtterê bangek kir û ew banga wî li Tirkiyê deng veda. Hamo bo Kurdistan24ê diyar kir, hin kes bi zanebûn van êrîşan organize dikin. Ew bangê li siyasiyan dikin da ku rêya van êrîşan bigirin û Sûriyan wek amûrekê bikar neyînin.

Roj nîn e ku li Tirkiyê derbarê penaberên Sûriyeyî de bûyerek rû nade. Wek li hemû bajarên Tirkiyê bi giranî jî li Stenbolê gelek caran piştî weşanên li ser medya civakî ên provakatîf li dijî Sûriyên li Stenbolê êrîş tên pêk anîn û li dijî wan helwesta nîjapersetî û şêwazata kîn û nefretê tê jî ya di nava civakê de her diçe zêde dibe. Li ser van şer û pevûnan û êrîşên li dijî penaberan, Ahmet Hamo welatiyê Sûrî ku bi eslê xwe Kurd e û li Stenbolê li Zankoya Nîşantaşiyê dixwîne bi rêya twîtterê banga aramiyê û ya biratiyê kiribû û gelekî deng vedabû. Me jî bîr û boçûnên wî yên li ser vê mijarê wergirtin.

Penaberê Sûrî Ahmet Hamo ji K24ê re got: "Di van demên dawîn de li ser Sûriyan gelek îftira tên avêtin. Hinek kes vê yekê bi zanebûn dikin û dixwazin helwesta Tirkan hê tundtir bibe. Helbet ên nebaş hene di nava me de û bila kesên aramiya civakê têk dibin bên sizadan. Em hemû ne tacîzkar in. 3.5 milyon Sûrî li Tirkiyê hene û dê şer û pevçûn çêbibin. Lê wek du miletên bira divê em li hev werin. Lê dema ev nefret û kîna di nava civakê de zêde bibe, wê her du millet bihev kevin û felaketên mezin rû bidin. Li Fatîhê welatiyên Sûrî bi kêran hatin birîndarkirin. Herkes ditirse niha û dibêjin gelo wê ev bûyer berdewam bikin an na?"

Ahmet Hamo dibêje; Ji ber ku şerê li Sûriyê ne dadperwerane ye em hatin û me xwe sparte Tirkiyê. Em Sûrî me ji sifirê dest bi jiyanê kir li vê derê. Gelek kes zewicîn û ji bo zarokên xwe kar dikin. Lê dema ev şêwaza nefret û kînê ya tund û tûjiyê bi ser bikeve û din ava civakê şer rû bide, teqeta Sûriyan nemaye ku careke din ji xwe re jiyaneke nû ava bikin.

Ahmet Hamo dibêje: "Tikaya min ji siyasiyan ev e. Me wek amûrekê bikar neyînin bo çend dengên zêde qezenç bikin. Daxwaza me ji desthilata siyasî ev e, Sûriyên ku nebaşiyê dikin siza bike û ji welêt derxin. Lê yên ku bêbextiyê dikin jî divê siza bikin. Li Tirkiyê 82 milyon kes hene û şaş tên agahdarkirin. Hingî jî li Tirkiyê herkes dibe dijminê Sûriyan. Hemû dinya li dijî me bû, lê Tirkiyê li me xwedî derket. Lê gava milletê Tirk guh bide bêbextiyan tamam hingî wê dinya li me Sûriyan bêhtir reş bibe. Em Kurd, Ereb û Ermen û miltên din divê karibin bi hev re bi aştî bijîn. Ez bang li Kurdan, Tirkan û Ereban dikim da ku bi başî behsa hev bikin."

Ahmet Hamou diyar dike, dema herêmeke ewle ava bibe wê zêdetirî milyon penaberên Sûrî vegerin welatê xwe. Bila dilê herkesî rehet be, em ji neçarî li vê derê ne. Divê hurmet li mafên mirovan bê girtin û hemû civaka Sûrî wek ku xwedî nexweşînekê ye neyê destîşankirin. Bila di nava hemû civakên ku li vê derê dijîn de hezkirin û birayetî hebe. Dema kîn û nefret hebe bobelat jî dê hebin