Almanya: Em hêza bejahî naşînin Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Almanya bi neyênî bersiva daxwaza Amerika, ya şandina hêzên serbazî da.
Peyvdarê hukimeta Almanya Steffen Seibert anî ziman, ku “Li Sûriye hêzên me yên bejahî nîn in û e, hizr nakin vê rewşê biguherin”.
Di kongreya xwe yay a rojnamevanî ya heftane de, Peyvdarê hukimetê got, ku: “Di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de, Almanya hemû erkên xwe bicîh anîne. Di nav van erkan de, şandina hêzên bejahî nîn e”.
Hefteya berê Nûnerê taybet ê Serokê Amerikayê bo Sûriyê James Jeffrey daxwaza ji Almanya kiribû, ku hêzê bişîne Sûriye, ku cîhê hin ji hêzên Amerikî bigre.
C.B