Rûsya: Emê li Tirkiyê mûşekên S-500 berhem bînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Fermandarê Artêşa Parastina Rûsya Yurîv Muravkîn ragihand, ewê li Tirkiyê mûşekên S-500 berhem bînin.
Generalê Rûsî Yuriv Muravkîn da zanîn, ew ligel Tirkiyê axifîne, piştî wan S-400 radestî Tirkiyê kir, bi şêwazeke hevbeş mûşekên S-500an dê berhem bînin. Mûşekên S-500 ji bo parastina esmanî xwedî hêza herî baş e.
Cîgirê Fermandarê Artêşa Rusya diyar kir, wan hemû amadekarî ji bo berhemanîna S-500 kirine ku di nav demeke nêzîk de dê dest bi avekirinê bikin.
Mûşekên S-500 di çorkeyekê de 7 K.M diçe, heta 600 K.M diçe û dikare piştî 481 K.M armanca xwe bîne. Di yek car de dikare pêşiya 7 mûşekên dûravêj bigire û bê bandor bike.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî beriya demekê gotibû, ewê S-500 an jî hem ji Rûsya bikirin û hem jî bi hev re berhem bînin.
Ev yek di demekê de tê, duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, welatê wî amadekariya wergirtina sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê dike.
S. B