Îro bawerî bi Kabîneya Nehem tê dayîn

Îro Parlemana Kurdistanê dicive û baweriyê dide kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê kabîneya nû û cigirê wî û wezîr sûnda yasayî dixwin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Parlemana Kurdistanê dicive û baweriyê dide kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê kabîneya nû û cigirê wî û wezîr sûnda yasayî dixwin.

Li gor karnameya Parlemanê, îro Çarşemê 10.7.2019an bi amadebûna tevahiya fraksiyonên, Parlemanta Kurdistanê dicive û baweriyê dide kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku Mesrûr Narzanî serokatiya wê dike. Pêştir jî firaksiyonan pabendbûna xwe bi rêkeftinên partiyên xwe bo pêjanîna hikûmetê tekez kiribûn.

Pêkhateya Kabîneya Nehem bi Sewrokatiya Mesrûr Barzanî ji 23 kesan pêk tê ku jê 3 wezîr jin in.

Piştî dayîna baweriyê bi kabîneya nehem, bernameya çar salên bê ya kabîneya hikûmetê li hola Parlemanê ji parlemantaran û raya giştî re tê diyarkirin.

Pêştir Parlemanterê ji Fraksiyona PDKê Seîd Herkî ji K24ê re ragihand, dengdan bi kabîneya nehem bi awayekî aşkere dibe û hemû aliyên siyasî bi rêkeftinên di navbera wan de hatine kirin, pabend dibin.

Roja 8.7.2019an raspêrdeyê bi pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî ji Parlemanê re birê kiribû. Piştre Parlemanê C.Vyên kandîdan dan Desteya Destpakiyê û duhî Desteya Destpakiyê encamên C.Vyan şand Parlemanê.

Pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî:

1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dadê.

4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.

5- Rêber Ehmed Xalid: Wezîrê Navxweyî.

6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.

7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.

8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerde.

9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.

10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzariyê.

11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.

12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.

13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarên Civakî.

14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.

15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.

16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.

17- Kemal Muslim Seîd Qerenî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.

18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebdoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandinê.

19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.

20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.

21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.

22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.

23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.