Mesrûr Barzanî: Di demeke nêzîk de Hewlêr û bexda dest bi guftûgoyan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova hevdîtinekê ligel şandeke bilind a leşkerî û dîplomasî ya Bîrtanyayê de ragihand, di demeke nêzîk de komîteyên pêwendîdar ên Hewlêr û Bexdayê guftûgoyên zêdetir dikin ji bo li gor destûrê bi çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêkan re bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeka Brîtanya kir, ku ji şêwirmendê Wezareta Berevaniya Brîtanya bo Rojhilata Navîn, general John Lorimer, Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wiliks û konsûlê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton hatibû.

Şanda mêvan pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi helkefta wê yekê ku bûye serokwezîr û jê re serkeftin xwast.

Di civînê de behsa hevkariya navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî hat kirin û tekezî li ser berdewambûna wê hevkariyê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, di demek nêzîk de dê gavên ber biçav bo nehîştina nakokiyan di navbera her du aliyan de bên avêtin.

Di civînê de amaje bi girîngiya berdewambûna hevahengiyê di rûbirûbûna tevgerên DAIŞê hat kirin, ku ta niha li çend navçeyên Iraqê tevgera wan maye.

S. B