Penaberên Surî li Tirkiyê rastî karvedanên nerênî tên

Penaberên Suriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî ber bi Tirkiyê ve koçber bûn e, roj nîn e ku li Tirkiyê rastî karvedanên nerênî neyên. Herî dawî jî, li hin bajarên Tirkiyê ketina penaberên Surî bo peravên deryayê ji aliye şaredariyan ve hatibû qedexekirin. Ligel dijberên vê biryarê, hejmarek zêde welatiyên Tirkiyê.

K24- Stenbol

Penaberên Suriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî ber bi Tirkiyê ve koçber bûn e, roj nîn e ku li Tirkiyê rastî karvedanên nerênî neyên. Herî dawî jî, li hin bajarên Tirkiyê ketina penaberên Surî bo peravên deryayê ji aliye şaredariyan ve hatibû qedexekirin. Ligel dijberên vê biryarê, hejmarek zêde welatiyên Tirkiyê.

Li Tirkiyê di demsala havînê de welatî ekserî ber bi peravên deryayê ve diherikin. Ligel welatiyan, taybet penaberên Surî jî ji ber germahiya zêde xwe davêjin van peravan lê li gelek deverên betlaneyê yên Tirkiyê ketina penaberên Surî ya bo derya û peravan ji aliye şaredariyên van deveran ve hatiye qedexekirin. Wekî sedem jî tê amaje kirin ku Suriyeyî jîngehê qirêj dikin û şêniyên deverê aciz dikin. Ev yek di nav welatiyan de jî bû mijara nîqaşê. Ligel dijberên vê biryarê hejmarek zêde welatî vê biryarê wekî biryareke rast û cî de dibînin û dibêjin; piraniya van penaberan li peravan zêde qerebalix û diziyê dikin ji loma ew wan naxwazin.

Welatîtek dibêje:"Bi rastî jî penaberên Surî li peravan me gelekî aciz dikin. Taybet jî gava em dikevin nav deryayê em neçarin ku kesekî li ber kelûpelên xwe bihêlin. Yan na tên diziye dikin. Ji ber van kiryaran em gelekî aciz in."

Welatîyek dî got:"Bi salan e ez têm vê peravê û berê, ev der gelekî paqij û aram bû. Piştî hatina penaberên Surî, êdî em ne dikarin bikevin deryayê, ne jî dikarin werin seyranê. Bi rastî jî gelekî qirêj in û hertim bi dengê bilind diaxivin."

Ligel piştevanên vê biryarê hejmarek zêde welatî jî vê biryarê şermezar dikin dibêjin biryarên bi vî awayî ne biryarên mirovane ne û ev yek ferq û cûdatiyê di nava civakan de peyda dike. Li aliyekê penaberên Suriyeyî jî ji vê biryarê bi gilî û gazindin û amaje dikin ku bi van gotinên cûdaxaz ew rastî neheqiyeke gelekî mezin hatine.

Welatîyek din jî got:"Li peravên Stenbolê bo penaberên Surî hê tu qedexe nehatine ragihandin. Lê belê li vê derê li ser penaberên ku dikevin deryayê pest û fişareke berbiçav heye. Ez yekcar li dijî van kiryar û helwestan im. Di nava her

civakê de mirovên qenc û xirab hene. Divê netewek bi giştî bi xirabiyê neye tohmetbarkirin."

Penabereke Suriyeyî jî dibêje"Ez ji ber şerê Surî reviyam û hatim vê derê. Em di televizyonan de dibînin taybet li bajarên wekî Antalya û Bursayê bikaranîna peravan bo penaberan hatibû qedexekirin. Em bi vê yekê gelekî êşiyan û wekî penaberekî Suriyeyî gelekî xemgînim ji ber van kiryaran."

Li Tirkiyê taybet li bajerên Bursa û Antalyayê ketina penaberên Surî bo peravan hatibû qedexekirin lê li Antalyayê piştî demekê ji ber karvedanan ji aliyê meclîsa şaredariyê ve ev qedexe hatibû rakirin. Lê belê li gelek deverên Tirkiyê helwest û hişmendiya nerênî ya li dijî Suriyeyiyan hê jî bi hemû gurehiya xwe berdewam e.