PSK: Êrîş Bo Ser Kurdan Berdewam e

PSK: Li Tirkiyê, êrîşa dezgeyen dadî, hêzên asayiş û gurup û çeteyên nijadperest li ser Kurdan berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, liser êrîşa nîjadperest hemberê geştyarên ji başûrê Kurdistanê li Trabzon a Tirkiye, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye

Êrîş Bo Ser Kurdan Berdewam e

Li Tirkiyê, êrîşa dezgeyen dadî, hêzên asayiş û gurup û çeteyên nijadperest li ser Kurdan berdewam e.

Di demekê da, ku li gelek navçeyen Kurdistanê da hatin-çuyin hatiye qedexe kirinê, her roj di vî û vê aliyê tixubê da operasyonen leşkerî têne encam danê û  fîrokeyên şer bomba dibarinin, bona mudaxale kirina Kurdistanaa Rojava leşkerkeşiyên mezin bo tixubê Suriyê tenê kirinê, mamosteyek  Kurd ji bona ku bi Kurdî hutbe xwendiye hatiye siza danê.

Polesên Tirk, li Îstanbulê, dest bi ser “stranbêjên kolanê” da girt, ji ber ku kilamê Kurdî gotine. 

Di xalqeyên dawî  ya zencîrê êrîşên hanê da, neh geştyarên Kurdên Başur, li bajarê Trabzonê,  ji ber ku milê wan da şale “Kurdistan” hebû, ketine ber erîşa nijadperest û şovenên Tirk.

Be guman erîşên hanê ne erîşa yêkan e, heya, ku derbareyê pirsa Kurd, siyaseta dewleta Tirk a heyî berdewam be, pê li ser çareserî bi tundu tijiyêve bê girtinê, nabine erîşên dawiyê.

Berpirsên rastegin ne guruba nojadperestê hanê ne.

Berpîrsên rasteqin siyaseta dewleta Tirk e.

Berpirs zîhniyeta Parezgeriya Trabzon e, ku di ragihandina xwe da, erîşê hanê wekî “bertekê maqul” nişan daye, şuna, ku êrîşkaran bigre, wana aram kiriye û doz di derheqa neh geştyarên Kurd, ku ketine ber êrîşê tomar kiriye. 

Berpîrsên rasteqin hikumeta AK Partî û serokê wê ne. Ji ber ku wan çend sal berê êrîş bo ser malbaten girtiyan, ku dixwastin bala xalkê bo rewşa girtiyên siyasî bikşînin, wekî “bertekê maqul”  nişan dabûn û bi vî awayî rê li ber êrîşên bi vî rengî xweş kiribûn.

Divê zihniyeta hanê bê guhartinê.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan, banga hêzên welatparêz dike û daxwaz dike, ku bona parastina zimanê Kurdî û Ala Rengin û nirxên din yên netewî dest bidine hevdu.

PSK banga hêzên hestyar û demokrat û aşitixwazên Tirkiyê dike, ku dengê xwe êrîşên hane bilind bikin.

Divê hikumetên Baxda û Hewlêr dijî êrîşên hanê bertek nişan bidin, xweyî lî hevwelatiyên xwe derkevin.

 Em bi tundî êrîşa Trabzonê mahkûm dikin.

19 Tîrmeh 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan