Tirkiye heta dawiya salê 80 hezar penaberan dersînor dike

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, heta dawîya salê ew dê 80 hezar kesan dersînor bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, heta dawîya salê ew dê  80 hezar kesan dersînor bikin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu li Stenbolê da xuyakirin, par bi giştî 56 hezar koçberên neyasayî ji Tirkiyê hatine desnînorkirin, lê îsal heta dawîya salê ew dê 80 hezar kesan dersînor bikin.

Da xuyakirin, Tirkiye bi pêlek mezin a koçberîya neyasayî re rûbirû ye û tenê sala 2016 nehîştin e 730 hezar koçber derbasî Tirkiyê bibin. Da zanîn, par li Tirkiyê 268 hezar penaberên qaçax hatine desteserkirin.

Soylu got, li Stenbolê 540 hezar welatiyên Sûrî hatine tomarkirin, ku belgeyên wan hene û da zanîn, derveyî wan, nahêlin li Stenbolê penaberên Sûriyê bimîn in û got, belgeya rûniştinê li kîjan bajaran wergirtin e, dê bişînin wan deran.

 

 

 

C.B