Hewlên avakirina dadgehekê ji DAIŞê re negihîştiye encamê

Hewildanên Rêveberiya Xweser bo avakirina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in û tevî ku ta niha hewildanên wan tu encam nedane, Rêveberî dibêje ku metirsiya hebûna endamên DAIŞê li deverê zêde dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hewildanên Rêveberiya Xweser bo avakirina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in û tevî ku ta niha hewildanên wan tu encam nedane, Rêveberî dibêje ku metirsiya hebûna endamên DAIŞê li deverê zêde dibe.

Hejmara mezin a endamên DAIŞê û malbatên wan li cem Rêveberiya Xweser metrisiyekê li deverê peyda dike, nemaze ku di dema dawiyê de li kampa Holê ya ku zêdeyî 60 hezar kesî ji malbatên DAIŞê lixwe digre gelek rûdanên tevlheviyê ji hêla malbatên DAIŞê ve çêbûn, herwiha ala DAIŞê jî di kampê de hatibû hildan. Tevî ku Rêveberiya Xweser bi gelek hewildanên avakirina dadgeheke navdewletî bo dadgehkirina endamên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê rabûye, lê rayedarên rêveberiyê dibêjin ku ta niha tu welatekî li ser vê pirojeyê erê nekiriye.

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar Nezîra Kewriyê ji K24ê re got: “Gelek welatan zarokên xwe wergirtine û ta niha danpstandin ji bo radestkirina zarokan bi hin welatên din re berdewam in. Lê ew tenê zarokan werdigirin û jin û çekdaran nabin. Em nikarin barê van hemû çekdaran hilgirin. Niha hin deng li Netewên Yekgirtî û hin welatan tên bilindkirin ku dibêjin divê çareyek ji van çekdaran û bi hezaran malbatan re bê dîtin.”

Hin navendên navdewletî yên taybet bi karûbarê ewlehiyê eşkere dikin ku bingeha birêvebirina ev hejmara mezin ya endamên DAIŞê û malbatên wan li bakur û rojhelatê Sûriyê tune ye û hebûna wan metirsiyê li ser deverê zêde dike.

Hin çavdêr bi dûr dixin welatên ku endamên DAIŞêê yên biyanî jê ne welatiyên xwe veguhêzin ba xwe û dibêjin eger e di demên peş de bikevine di nava bazarên siyasî.

Piştî têkçûna DAIŞe bi temamî li Sûriyê, endamên DAIŞê û malbatên xwe bûne barek li ser milê Rêveberiya Xweser ku bi hezaran çekdar di zindanên cuda li Rojavayê Kurdistanê belav dibin, herwiha bi dehên hezaran ji malbatên wan li kampên Rojava bicih bûne û tevî hemû hewildanên Rêveberiyê bi dîtina çareseriyekê, lê ta niha pirsgirêka hebûna DAIŞê li deverê berdewam e.