Serokê Herêma Kurdistanê: Em hemû bi hev re hevkar bin bo barê Êzidiyan sivik bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Mîrê Êzidiyan, pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Mîrê Êzidiyan, pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û got: “Bi hilkefta destnîşankirina we wek Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we û li hemû Êzidiyan dikim û hêviya serkeftinê di erk û wê berpirsatiya nû de ji we re dixwazim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: Hûn di demekê de vî erkî û berpirsatiya mezin hildigirin ku hîna hejmarek mezin ji xwişk û birayên me yên Êzidî di kampên koçberan de dijîn û nikarin vegerin ser cih û warên xwe. Erk û berpirsatiya we giran e û em hemû bi hev re hewceyê vê hevkariya hevdu ne da ku bikarin hinekî ji barê giran ê Êzidiyan sivik bikin.”

Di beşeke din peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “We piştrast dikin ku wek her deme m di hemû hewlan didin da ku bi her awayekî bikarin piştevan bin û hevkariya xwişk û birayên xwe yên Êzidî bikin. Hin Êzidiyek bi tenê jî li her derekê revandî mabe, çi pêwîst be emê bo vegerandine wan bikin, herwiha dê hemû hewlan bidin bo avedankirin û vegerandina jiyanê ji deverên Êzidiyan da ku bikarin bi serfirazî vegerin ser cih û warên xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe pîozbahiyê de dibêje: “Careke din jî we û hemû xwişk û birayên Êzidî û pêkhateyên olî û netewî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne warê pêkvejiyan, pirengî, aştî û hevduqebûlkirinê ji hemûyan re.”

Îro 27. 07. 2019 li perestgeha Laleş li qezaya Şêxan di rêûresmekê de Hazim Mîr Tehsîn Beg wek mîrê nû yê Êzidiyan û Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan hat destnîşankirin û sûnda olî xwar.