Rûsya: Li Idlibê, ligel Tirkiye Operasyonên hevbeş dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rusya radigihîne: Ew digel Tirkiye li Suriyê operasyonên hevbeş dikin.
Ji Serokerkaniya Rusyayê berpirsek bi navê Sergey Rudskoy eşkere kir. Li Îdlibê, ew bi alîkariya berpirsên leşkerî yên Tirkiyê cihên çekdarên opozîsyonê diyar dikin, li dijî çek, seyare û cebîlxaneyên wan operasyon dikin. Rudskoy herwiha da zanîn, ko hejmara çekên biyanî yên di destê çekdaran de zêde bûye.
Di derbarê operasyona hevbeş de, heta niha ji aliyê Tirkiyê ve çi daxuyanî nehatiye dayîn.
C.B