Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê li Kurdên Êzdî pîroz dike

Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan, tekez dike û hêvîdar e, ev cejn bibe destpêkek bo vegera Kurdên Êzîdî bo jiyana xwe ya asayî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan, tekez dike û hêvîdar e, ev cejn bibe destpêkek bo vegera Kurdên Êzîdî bo jiyana xwe ya asayî.

Di peyamekê de bi boneya cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan, Serok Barzanî pîrozbahî arasteyî kesayetiyên ola Êzîdî û xwişk û birayên Êzîdiyên Kurdistanê û seranserê cîhanê dike û amaje  bi wê yekê dike, bi vê boneyê, tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo daxwazên xwişk û birayên  Êzîdiyan dike û hêviya çareseriya birînên wan û dawî hatina bi êş û janên wan dixwaze.

Serok Barzanî dibêje, ew hêvîdar e, ev  cejn bibe destpêkek ji bo vegerandina xwişk û birayên  Êzîdî bo jiyana asayî û bikarin, di rewş a aram û aştiyane de, cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.

 

 

C.B