Serokê Herêmê Cejna Çileyê Havînê li Kurdên Êzdî pîroz kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de Cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî pîroz dike û hêvîdar e cejnên bê revandiyên Kurdên Êzîdî rizgar bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de, Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan li Mîrê Êzidiyan û Civata Rûhanî û tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê pîroz dike.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje ew bi rêz û rûmet qurbaniyên karesatên hatine serê Kurdan Êzidî bibîr tîn e.
Nêçîrvan Barzanî hêviya wê yekê xwest, ku cejn û bîrhatinên bên di rewşeke baştir de bin û hemû xwişk û birayên Êzidî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avakirî û herwiha wenda û revandî jî azad bibin.
C.B