Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê derve yê Polanda pirsa webirhênana hevbeş guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Polandayê Maciej Lang re civiya û pirsa webirhênan û sermayaguzariya hevbeş guftûgo kirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Polandayê xweşhaliya xwe bi aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand, ev aramî derfeteke baş e ji webirhênerên Polandayê ji bo sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin û amaje bi wê jî da ku di demeke nêzîk de şandeke bazirganên Polandayê serdana Hewlêrê dike.
Spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ku tevî dijwarî û ne libariya rewşa aborî, hejmarek mezin a koçberan vehewand û alîkarî û hevkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir û got: derfeteke baş li Herêma Kurdistanê heye, ji bo webirhênana biyanî û ji bo wê mebestê jî asankariyên pêwîst tên pêşkêşkirin.
S. B