Li ser devera aram çima rêkeftinek pêk nayê?

Tirkiye ji sala 2012an ve "Devera Ewle" tîne rojevê. Heta serê vê salê jî ev fikrê ku ji aliyê Amerîkayê ve li ber çav nehatibû girtin û nirxandin piştî biryara Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê hatibû rojevê û ji hingî ve tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Nîqaşên li ser devera ewle her diçe gur dibin. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulîsî Akar bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Mark Esper re bi telofonê axivî û diyar kir dema ew li hev nekin wê Tirkiye bi serê xwe devera ewle ava bike. Pisporan armanc û mebesta her du welatan ya li ser devere ewle şîrove kirin.

Tirkiye ji sala 2012an ve "Devera Ewle" tîne rojevê. Heta serê vê salê jî ev fikrê ku ji aliyê Amerîkayê ve li ber çav nehatibû girtin û nirxandin piştî biryara Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê hatibû rojevê û ji hingî ve tê nîqaşkirin. Lê belê bendewarî û armancên her du welatan jî ya ji "devera ewle" ji hev gelekî cûda ne û ji ber vê yeke jî di nava Tirkiye û Emerîkayê de lihevkirinek pêk nehatiye.

Li gorî pisporan Tirkiye û Amerîkayê di sê xalan lihev nekiriye. Kurahî, kontrolkirin û meseleya YPGê. Tirkiye ji Amerîkayê van her sê xalan dixwaze ku cîbicî bike. Lê Amerîka di şuna vê yekê de ewlhiya hevpar pêşniyar dike û naxwaze artêşa Tirkiyê û YPG rûberî hev bibin û bikevin nava şer û pevçûnekê. Bi boçûna pispor Mustafa Pekgoz Tirkiye jî li gorî xwe planan çêdike û dixwaze penebarên Sûrî li devera aram bicî bike û di ser wan re da karibe mudaxaleyî idareya xweser û ya Şamê bike.

Pisporê Pêywendiyên Davdewletî Mustafa Pekgoz ji K24ê re got: "Li Tirkiyê bilindbûna pêla nîjadperesetiyê ya li dijî penaberên Sûriyê bi "devera aram" ve girêdayî ye. Dema devera aram bê danîn Tirkiye dixwaze di ser van penaberên Ereb re warekî tampon ava bike, bi taybet li cihên ku Kurd lê dijîn. Plana Tirkiyê ew e di derbekê de hem ji penaberan rizgar bibe û hem jî karibe di ser wan re bi nav erda Sûrî de biçe. Hem dixwaze têkîlî îdara xweser bibe û li wir aloziyan derxe û hem jî parçe bike û hem jî dixwaze destê Şamê bi vê hewla xwe qelstir bike. Ji loma pêşniyarên Amerîkayê qebûl nake."

Digel van nîqaşên ku berdewam dilkin, wek sala 2017 û 2018an careke din hate îdiakirin ku Amerîkayê ji bo "devera ewle" Peşmergeyên Roj li Tirkiyê pêşniyar kirine. Li gorî vê pêşniyarê wê Peşmergeyên Roj di "devera ewle" de werin cîbicîkirin. Li ser vê babetê jî Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda dibêje, wê Tirkiye li dij Peşmergeyên Roj dernekeve û divê dernekeve jî. Lê divê "devera ewle" di bin pêşengiya orkestraya Tirkiyê de bê damezrîn ancak wisa mimkûn e ku li Sûriyê aramî pêk bê.

Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda dibêje: "Peşmergeyên Roj rêxistineke rewa ye û ne terorî ye. Di heman demê de xwecihî ye. Loma Tirkiyê wê li dij vê pêşniyarê dernekeve. Lê devera aram cihekî mezin e û Peşmergeyên Roj bi tena serê xwe nikarin vê derê biparêzin. Loma divê di bin erkê Tirkiyê de ev devera aram bê danîn. Tirkiye ji bilî vê yekê tû pêniyaran qebûl nake. Ji ber dizane dema qebûl bike wê plansaziya mezin ya ji bo Îsraîlê were cîbicîkirin. Amerîka dixwaze Îsralê li hemû herêmê bike hêza serdest. Tirkiye jî vê yekê dibîne û loma jî li dij derdikeve."

Bi boçûna pisporan her çiqas Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandibe û gotibe, ew rêkeftinên Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê xaka Sûriyê de qebûl nakin û ev yek binpêkirina yasayên navdewletî û peymana neteweyên yekbûyî ye û ewê rê li ber dewleteke cudabûnê bigirin jî, ev helwest ne ji aliyê Tirkiye û ne jî ji aliyê Amerîkayê ve ciddî nayê nirxandin û wê hevdîtinên di nav Tirkiye û Amerîkayê de berdewam bikin ji bo damezrîna devera ewle. Li aliyê din zextên Tirkiyê yên li dij Emerîkayê jî berdewam dikin.

Herî dawîn Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Mark Esper re bi telefonê axivî û diyar kir, dema Tirkiye û Amerîka li ser planeke hevpar li hev nekin wê Tirkiye bi tena serê xwe li ser sînorê Sûriyê "devera ewle" ava bike.