Ebdilhekîm Beşar li Astanayê: Dosya girtiyên Kurd radestî NY dikin

Îro bi amadebûna her du şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê 13emîn danûstandinên Astanê destpê kir. Nûnerê ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar radigihîne, ewê lîsteyek ji girtiyên Kurd li cem rêjîma Sûriyê û PYDê radestî nûnerê Netewên Yekgirtî bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bi amadebûna her du şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê 13emîn danûstandinên Astanê destpê kir. Nûnerê ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar radigihîne, ewê lîsteyek ji girtiyên Kurd li cem rêjîma Sûriyê û PYDê radestî nûnerê Netewên Yekgirtî bike.

Şanderê K24ê bo Astanayê da zanîn, îro demjimêr 11:00 civînên dualî di navbera şandên Hikûmeta Sûriyê û Rûsya, şanda Hikûmeta Sûriyê û Îranê, herwiha şanda Tirkiye û Rûsya û  Rûsya û Îranê hatin kirin. Herwiha civînên di navbera her sê welatên gerentîkar û şandên Iraq, Libnan û Urdinê hatin kirin.

Nûnerê ENKSê di nava şanda opozîsyona Sûriyê û di heman demê de Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar li Astanayê ji K24ê re ragihand, ew di nava şanda opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinên Astanayê bûye.

Ebdilhekîm Beşar diyar kir, şanda opozîsyonêçend xalên girîng di karnameya wê de heye, ji wan rawestandina şerê li Idlibê û dosya kesên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê girtî û windayî ne û xala Komîta Destûrê ye.

Ebdilhekîm Beşar amaje bi wê yekê kir, lîsteyek ji navên Kurdên girtî û windayî yên li cem rêjîma Sûriyê û PYDê li ber destê wî ye û dê wê lîstê radestî nûnerê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen bike, da ku ew pirs bê çareserkirin.

Ebdilhekîm Beşar da zanîn, ew wek opozîsyona Sûriyê û ENKSê daxwaz dikin biryara navdewletî 2254 bi tevahî bê cibicîkirin û veguhastina siyasî destpê bike.

Diyar kir jî: Danûstandinên Astanayê baş e, lê cihê danûstandinên Cenêvê nagire. Kurd li her duyan jî beşdar dibin. Herwiha got: Heta niha pirsgirêka Sûriyê ji bo çareseriyê ne amade ye, ji ber ku hîna nakokiyên Amerîka û Rûsya li ser pirsa Sûriyê hene.

Derbarê egera avakirin herêma ewle li rojhilatê Firatê de Ebdilhekîm Beşar got: Avakirina herêma ewle di navbera du hêzên sereke Amerîka û Tirkiyê de tê guftûgokirin, pêwîst e em wek Kurd danûstandina me bi her du aliyan re hebe, da ku em wek ENKS û Pêşmergeyên Roj cihê xwe tê de bigirin û bibin hevbeşê pêkanîna herêma ewle.   

 

S. B