Brîtanya: Em ligel Îranê keştiyan bihev naguherin!

Brîtanya pêşniyara Îranê bo bihevguhertina keştiyên desteserkirî red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya pêşniyara Îranê bo bihevguhertina keştiyên desteserkirî red dike.

Wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab ragehand, ew her cûreyek bihevguhertin an danûstandinekê di derbarê girêdana dosyeyên wan her dû keştiyan de, red dikin.

Wezîrê derve yê Brîtanya, ku seredana Tayland kir, ragehand, ew dê keştiya, ku bi awayek yasayî desteserkirin e, digel keştiyek ku bi awayek neyasayî hatiye desteserkirin, ne guherîn in.

Îranê li hember desteserkirina keştiyeke xwe ji aliyê Brîtanya ve, dest bi ser keştiyeke Brîtaniya de girtiye û pêşniyar kiriye, ew her dû welat, keştiyan bihev biguherîn in.

 

 

C.B